Skip to main content

Bakurê-Rojhilatê Sûriyê: Leşkirina zarokan berdewam dike

Desthildata defacto li hember Koma Ciwanên Kurd ti Pêngavan na avêje

(Beyrût) – Rêxistina Human Rights Watch îro got, grûpeke xortên Kurd li bakurê rojhilatê Sûriyê, ku pêwendiya wê bi desthilatên defakto re heye, zarokan leşker dike ji bo ku piştre wan tevlî komên çekdar bike. Leşkirina zarokan, zarokatiya wan direvîne, wan pêşberî tundiyeke giran dike, û dibe ku bibe sedema traumaya laşî û derûnî ya mayînde.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, ango Tevgera Ciwanên Şoreşger, keç û xortên 12 salî leşker dike, wan ji dibistan û malên wan dûr dixe, têkiliya malbatan bi wan re nahêle û rêgiriya hewldanên zehmet ên malbatan ji bo dîtina wan dike. Tevî sozên rayedaran ên ji bo bidawîkirina vê kiryarê, xuya ye ku kom li ser navê komên çekdar bi awayekî vekirî û bêceza di îdyolojîkirina zarokan de tevdigere.

Alîkarê rêveberê bicîkar yê HRW li Rojhilata Navîn, Adam Coogle got, "Di dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) soz daye ku hemû rengên leşkerkirina zarokan bidawî bike, tevlîbûna eşkere ya komên mîna Tevgera Ciwanên Şoreşger û hejmara berdewam a dozên leşkerkirina zarokan sal bi sal, serneketineke kambax eşkere dike." Got jî: "Pêwîstiya QSDê bi wê yekê heye ku pêngavên bilz û yekalîker bavêje, da pabendbûna hemû komên li deverên di bin kontrola wê de tevdigerin, bi siyasetên dijwar ên nehiştina leşkerkirina zarokan misoger bike, û her zarokekî ji îstixlalê biparêze."

Tevî ku ew bi xwe ne komeke çekdar e, lê xuya ye ku ev koma ciwanan bi kûrahî di nav pêkhateyên siyasî û leşkerî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ya bi pêşengiya Kurdan û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku baskê wê yê leşkerî ye û ji aliyê Amerîka ve tê piştgirîkirin, girêdayî ye. Xuya ye ku rola wê ya sereke îdyolojîkirina zarokan e, ji ber ku hin rêxistinên mafên mirovan ên Sûrî yên serbixwe dozên ku têde grûpa xortan zarok, di serî de keç, veguhestine komên çekdar ên girêdayî QSDê, belge kirine, tevî sozên QSDê yên bidawîkirina leşkerkirina zarokan.

Leşkerkirina zarokan di nav hêz û komên çekdar de yasaya mirovahî ya navdewletî binpê dike, ku ew jî leşkerkirin an bikaranîna zarokên di bin 15 salî de di şer de qedexe dike. Lewma leşkerkirin an bikaranîna zarokan di pevçûnan de li gorî Yasaya Romayê ya Dadgeha Tawanan a Navdewletî, tawanek şer e. Herweha, Protokola Bijarî ya Peymana Mafên Zarokan a li ser tevlêbûna zarokan di şerê çekdarî de qedexe dike, ku komên çekdar ên nehikûmî di bin her şert û mercî de zarokên di bin 18 salî de leşker bikin.

Rapora salane ya dawî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê Zarok û Pevçûnên Çekdar de, hemû aliyên şer li Sûriyê bi leşkerkirina zarokan tometbar kir, 231 haletên ku ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatine piştrastkirin di sala 2023an de girêdayî QSD û komên girêdayî wê ne. Raporek Tîrmeha 2023an a rêxistina Suriyên ji bo Rastî û Dadperweriyê (STJ) 43 dozên Tevgera Ciwanên Şoreşger, tenê di nîvê yekem a sala 2023-an de, belge kirine.

Di navbera Hezîran û Tebaxa 2024an de, Human Rights Watch bi heft malbatan re li herêma ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin hevpeyvîn kirin, gotin ku zarokên wan, şeş keç û du kurên di navbera 12 û 17 salî de, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve di navbera Adar 2023 û Tîrmeha 2024an de hatine revandin. Di nav wan zarokan de, 4 temenên wan di bin 15 salan de ne, û 7, di nav wan de du xwişk û bira, ji wan malbatan in, ku ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê li herêmê derbider bûne.

Ji dema windabûna zarokên wan ve, ti malbatan nekariye têkiliyê bi zarokên xwe re bikin. Di du haletan de, malbatan wêneyên zarokên xwe yên bi cilûbergên leşkerî dîtin, ku ev yek nîşan dide ku dibe ew derbasî komên çekdar bûbin. Di haletine din de, cih û rewşa zarokan nediyar in.

Human Rights Watch herweha bi karmendekî Neteweyên Yekbûyî re, ku bi QSDê re li ser plana kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo bidawîkirina leşkerkirina zarokan kar dikir, axivî; û lêkolînerekî mafê mirovan yê Kurd ê Sûriyê yê ku bi sedan bûyerên leşkerkirina zarokan li seranserê bakurê rojhilatê Sûriyê belge kirine û taktîkên ku grûpa ciwanan ji bo leşkerkirina zarokan bikar tîne diyar kir. Carekê, grûpa ciwanan li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir û têde keçeke ku di 14 saliya xwe de tevlî wan bû pîroz dikir, piştre bi şaxê jinan yê grûpa çekdar re şer kir, û di 17 saliya xwe de li ser erkê xwe jiyana xwe jidest da.

Human Rights Watch di 26ê Tebaxê de ji QSD û Rêveberiya Xweser re nivîsand, têde agahî derbarê rola Tevgera Ciwanên Şoreşger di leşkerkirina zarokan de û plan an gavên ku desthilatdaran ji bo çareserkirina wê avêtine, xwest, lê wan ti bersiv neda. HRW di 9ê Îlonê de jî ji Wezareta Derve û Berevaniyê ya Amerîkayê re nivîsand.

Amerîka di warê alîkariya leşkerî, rahênan û piştgiriya lojîstîk de piştgiriyeke girîng dide QSDê, ku di serî de ji bo şerê li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) li bakurê rojhilatê Sûrîyê. Ev piştgirî şandina hêzên Amerîkî, êrîşên asmanî, û peydakirina çek û alavan vedihewîne, ku alîkarîya QSDê dike da kontrola xwe ya li deverên ku berê di destê DAIŞê de bûn, biparêze.

Ji bo ku leşkerkirina zarokan a domdar bi awayekî bibandor were çareserkirin, divê QSD û alîgirên wê hemû çalakiyên leşkerkirina zarokan ji aliyê komên çekdar ên di koalîsyona xwe de rawestînin, û piştrast bikin ku leşkerkirin ji hêla komên girêdayî wan yan ji aliyê komên din ve li deverên di bin kontrola wan de, pêk neyê. Divê ew vekolînên rasteqîne li ser çalakiyên neyasayî yên leşkerkirina zarokan li deverên ku kontrol dikin, bikin, û berpirsiyaran bidin lêpirsînê. Divê ku ew çavdêrî û berpirsiyariyê li ser hemî komên ku li deverên din bin kontrola wan de kar dikin xurt bikin, di nav de bi sazkirina sîstemên çavdêriyê yên bibandortir, û di vê navberê de kenalên pêwendiyê yên zelal di navbera zarokên leşkerkirî û dêûbavên wan de misoger bikin.

Divê QSDê hemû zarokên di bin 18 salî de bi awayekî ewle vegerîne nav malbatên wan û piştgiriya tenduristî û derûnî ji wan re peyda bike. Divê ew ofîsa parastina zarokan ku wan ava kirine berfireh bikin, da ku pêşî li leşkerkirina zarokan bigirin û piştrast bikin ku çavkanî, karmend û desthilata wan heye ku lêkolînan li ser her raporeke derbarê zarokeke wenda de, bikin.

Weke hevalbendeke sereke ya QSDê, divê Amerîka bandora xwe bikar bîne da ku ev pêngav bên bicîkirin, û ji ber rola wê ya di leşkerkirina zarokan de, Tevgera Ciwanên Şoreşger siza bide. Yasaya Amerîkayê, Yasaya Rêgirtin li Leşkerkirina Zarokan, qedexe dike ku Amerîka alîkariya leşkerî bide hikûmetên ku zarokan leşker dikin û bikar tînin. Human Rights Watch got, divê Amerîka heman prensîpan ji bo komên çekdar ên nehikûmî yên ku piştgiriya wan dike jî, bikar bîne.

"QSD û Rêvebiriya Xweser gavên girîng avêtine ji bo bidawîkirina karê xirab yê leşkerkirina zarokan, lê nehiştina leşkerkirina bi darê zorê û veşartî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve, metirsiya paşketina vê pêşveçûnê dike," Coogle got.

Pabendbûna ji bo Dawîkirina Leşkerkirina Zarokan

Di sala 2019an de, Hêzên Sûriya Demokratîk planeke kar bi NY re îmze kir, têde bi tedbîrên eşkere û demdiyarkirî ve girêdayî ye ji bo bidawîkirin û nehiştina leşkerkirin û bikaranîna leşkerî ya zarokan.

Di çarçoveya plana xwe ya kar de, QSDê, ku hevbendiyeke pirnetewe ya komên çekdar e, fermanên leşkerî yên ku leşkerkirin û bikaranîna zarokan qedexe dike derxistin, fermandar rahênan kirin, ofîsên parastina zarokan ava kirin ji bo wergirtin û vekolîna dozên leşkerkirina zarokan li seranserî herêmên di bin kontrola wê de, û bi dehan zarokên leşker ji karê çekdarî dûr xistin.

Lê belê, raporên li pey hev yên Neteweyên Yekbûyî pêşketina guhêrbar nîşan dide, ku di navbera 2019 û 2023an de her sal di navbera 130 û 285 haletên piştrastkirî yên leşkerkirina zarokan di nav QSDê de berdewam dikin. Di sala 2020an de, QSDê 150 zarok ji rêzên xwe derxistin, û di cîbicîkirina plana kar de hewldaneke girîng nîşan da. Di sala 2021an de hejmara zarokên dûrxistî hinekî zêde bû û gihişte 182an, ev jî pêşveçûnek berdewam nîşana dide.

Di sala 2022an de leşkerkirina zarokan di nav QSDê gihişt 637 bûyerên piştrastkirî. Li gorî NY, ew sal bû ku dûrxistina zarokan di nav QSDê de jî bi tundî daket û gihişt 33 zarokan, ev yek kêmbûneke balkêş di kiryarên rastkirinê de nîşan dide, ligel ku leşkerkirina zarokan zêde bûye. Di Mijdara 2022an de, QSDê yek ji heşt ofîsên sereke yên parastina zarokan girt. Raporên Neteweyên Yekbûyî yên li pey hev di navbera 2019 û 2023an de 60 bûyerên piştrastkirî yên leşkerkirina zarokan ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve diyar kirin.

Leşkerkirina ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve

Lêkolînên komên serbixwe yên mafên mirovan ên Sûriyê nîşan didin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger zarokan vediguhêze her du pêkhateyên sereke yên QSDê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û şaxa wê ya jinan, YPJ, ku her du jî komên çekdar in ku bi xwe û bi awayekî rasterast di karê leşkerkirina zarokan de beşdar bûn.

Lêkolînerê mafên mirovan ê Kurdê Sûrî, ku bi sedan dozên leşkerkirina zarokan li seranserî bakurê rojhilatê Sûriyê belge kirine, ji Human Rights Watch re got ku piştî ku Tevgera Ciwanên Şoreşger zarokan leşker dike û wan ji malbatên wan vediqetîne, herî kêm du mehan perwerdehiya îdyolojîk a tund dide wan, paşê gelek caran berê wan dide tevlîbûba komên çekdar, di nav de YPG û YPJ; hin ji wan jî perwerdehiya leşkerî ya zêde bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re, komeke çekdar e û li Tirkiye û Iraqê, li çiyayên Qendîlê yên Iraqê ye, distînin. Human Rights Watch di 24ê Îlonê de ji PKKê re nivîsand. Di 28ê Îlonê de, rêxistinê bi nameyekê bersiv da û tohmetên leşkerkirina zarokan red kirin, û tekezî li ser pabendbûna wan kir ku "li gorî pêwîstiyên vê peymana [Cenêv] tevbigerin", û hebûna "têkiliyên rêxistinî" yên wan bi tevgerên ciwanan re li Sûriyê, red kir.

Xebatkarê Neteweyên Yekbûyî yê ku bi QSDê re li ser plana kar a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo bidawîkirina leşkerkirina zarokan dixebitî, ragihand ku koma ciwanan ji bo perwerdehiya leşkerî zarok şandine çiyayên Qendîlê. Ev yek jî di rapora sala 2024an a Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê Bazirganiya Mirovan de hatiye piştrastkirin, ku bal kişande ser leşkerkirina zarokan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve, û destnîşan kir ku çavdêran ragihandine ku zarok li çiyayên Qendîlê perwerdehiya leşkerî werdigrin. Bi heman awayî, raporeke sala 2024an ji hêla Navenda Belgekirin û Têkoşîna Dijî Tundrewiyê, ku ajanseke hikûmeta Danîmarkî ye, behsa çîrokên zarokên ku li ser îdyolojiyaya rêxistinê tên fêrkirin, û di dawiyê de jî tevlî kampên perwerdehiya leşkerî li çiyayên Qendîl an Şengalê dibin.

Çîrokên Malbatan

Di hemû haletan de ji bilî yekê, malbatên ku bi wan re hevpeyvîn hatine kirin, ragihandin ku zarokên wan rojekê ji malê derketine û êdî venegeriyane. Piştî lêpirsînên berdewam yên bi aliyên cuda re, di nav wan de berpirsên QSD û Rêveberiya Xweser, wan piştre zanî, yan bi rêya pêwendiyên kesên ku digotin ew endamên Ciwanên Şoreşger in, yan jî bi rêya nasên wan ên ku bi grûp û desthilatdariyê re têkildar in, ku zarokên wan ji aliyê koma ciwanan ve hatine birin. Di haletekê de, dayika keçeke 12 salî ya winda li Qamişlo got ku dema wê ji Asayîşê, hêzên ewlekariya navxweyî li bakurê rojhilatê Sûriyê pirsî, wan jêre got ku grûpa ciwanan di Kanûna 2023an de zaroka wê birine.

Piştî nêzîkî 24 saetan ji lêgerîna li xwişka xwe ya 14 salî ya winda di Hezîrana 2024an de, zilamekî derbider ku bi malbata xwe re li herêma Şehba a bakurê Helebê dijî, ji cîranekî xwe bihîst ku ew di vaneke reş de ku tenê 200 metran ji mala wan dûr, hatibû dîtin. Birayê wê got, piştî ku xwe gihand karbidestan, piştî çend rojan telefoneke nenas ji malbatê re hat û piştrast kir ku ew tevlî koma ciwanan bûye.

Karmendekî şaredariya Şehba û jineke, ku wî got endama koma ciwanan bû, piştre telefona xwişka wî û flaşdîskek (memory card) radestî malbatê kirin. Wî got ku wan vîdyoyek li ser kartê dît, ku xwişka wî diyar dike ew bi heza xwe ​​tevlî komê bûye.

Du malbatên din gotin ku piştî windabûna zarokên wan û lêgerîna li wan, ji wan kesên ku xwe wekî endamên koma ciwanan didin nasîn, bi telefonê ji wan re tê gotin ku zarokên wan tevlî wan bûne û ji wan xwestine ku werin mobîlên wan wergirin. Bavê keçeke din a 14-salî ya ku ji Adara 2023an ve wenda bû, got ku endamên koma ciwanan gazî wî kirin û jêre gotin ku ew ê mobîla wê vegerînin bi şertê ku ew vîdyoyekê tomar bike, û têde bibêjê ku keça wî bi heza xwe tevlî wan bûye, da destûrê bidin ku ew wê bibîne.

"Min ev daxwaz red kir," wî got, û diyar kir ku wî paşê bihîst  ku endamekî mêr ê koma ciwanan bi keça wî re bi rêya Facebook Messenger têkilî danîbû, da wê bikşîne nav rêzên komê. Bêtirî 16 mehan in ku ti agahî ji keça xwe negirtiye, lê got ku wî wêneyê keça xwe bi cilûbergên leşkerî li navendeke perwerdeya leşkerî li bajarê Şedadê li parêzgeha Hesekê dîtiye. Malbatên din jî ji dema ku zarokên wan hatine birin nikarîne pêwendiyê bi wan re bikin.

Jineke ku ji Efrînê derbider bûye û li Qamişloyê dijî, got ku grûpa ciwanan di sala 2023an de keça wê ya 14 salî, ku tenê ew zaroka wê heye, leşker kir, lê keça wê piştî du mehan vegeriya mala xwe, piştî ku bihîst ku diya wê nexweş ketiye, dayikê di Hezîranê de got, keça wê, xwendekara pola heştan e, dema ku ders dixwend û li muzîkê guhdarî dikir, telefonek jêre hat. Keça wê tirsiya û ji diya xwe re got ku divê dîsa here.

Jinê got: "Ji wê demê ve, haya min ji cih û rewşa keça min nîne", û destnîşan kir ku piştî leşkerkirina yekem, keça wê red kir ku behsa ezmûna xwe bi koma ciwanan re bike û ku ew zû hêris dibû û ji aliyê hestiyarî ve jî nesaskar bû.

"Ez daxwazê ​​ji civaka navdewletî dikim ku keça min biparêze, ew divê bixwîne, ne çekan hilgire," wê got.

Ti Alîkarî ji Malbatên Zarokên Winda re Tune ye

Di şeş ji wan haletên ku Human Rights Watch belge kirine de, malbatan ragihandin ku wan serî li Rêveberiya Xweser a pêwendîdar û berpirsên QSDê, di nav de ofîsên parastina zarokan daye, lê rayedaran ti destêwerdaneke aktîv nekirine, û ti alîkariyeke berçav ji bo dîtina cih û vegerandina wan jî nekirine.

Jina ku keça wê ya 12 salî ji Kanûna 2023an ve winda ye, û Hêzên Ewlekariya Navxweyî piştre piştrast kir ku ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin, got ku karmendek li ofîsa parastina zarokan a ku li Qamişloyê serdana wê kiriye ji wê re gotiye "ti alîkarî bi dest wan nayê."

Du bavan gotin ku endamên Ciwanên Şoreşger tinazên xwe bi hewldanên wan ên ji bo vegerandina zarokê xwe, dikirin. Zilamekî, ku keça wî ya 14 salî, keça tekane ya malbata wî ye, got ku endamekî Ciwanên Şoreşger jêre gotiye ku "eger ez li vir agir jî berdim canê xwe, keça min venagere." Bavê din, ku keça wî ya 16-salî ji Kanûna 2023an ve winda ye, got ku wî serdana "bi dehan ofîsan" kiriye, di nav de ofîsa parastina zarokan da ku alîkariyê bixwaze, lê tenê bersiva ku wî wergirt ji endamên Ciwanên Şoreşger bû ku jêre gotin keç dê "ti carî venegere" cem wî.

Tevî ku di raporta Wezareta Derve ya Amerîkî de di sala 2022an de hatibû ku, QSD derheqê endamên xwe yên ku sozên dayîn ji bo nehiştina leşkerkirina zarokan li gor plana kar a Neteweyên Yekbûyî di sala 2019an de binpê kirin, tedbîr standine,  ti nîşan tune ye ku QSD an Rêveberiya Xweser ti gav avêtine ji bo vekolîn û lêpirsîna derheqê koma Ciwanên Şoreşger de ji ber leşkerkirina zarokan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê

Human Rights Watch derbarê agahiyên ji çavkaniyeke vekirî û pêwendîdar re lêkolîn kirin, di nav de malperên Koma Ciwanên Şoreşger, Rêveberiya Xweser, û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku weke hêza siyasî ya serdest di Rêveberiya Xweser de kar dike. Di lêkolînê de derket ku Tevgera Ciwanên Şoreşger, xwe weke tevgereke sosyalîst a ku ji ramanên rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan hatiye damezrandin, dide nasîn, ji aliyê îdyolojîk ve bi PKK û PYDê re girêdayî ye. Malpera Koma Ciwanên Şoreşger tenê hin caran tê dîtin, lê kanalên wê yên YouTube û Telegram hêj çalak in. Li cihê ku têkildar be, Human Rights Watch lînkên belavokên arşîvkirî yên malperên têkildar ên ku li ser Makîneya Wayback ya Arşîva Înternetê hene peyda kirine.

Hebûneke bihêz a koma ciwanan li seranserî bakurê rojhilatê Sûriyê heye, bi rêya ofîs û navendan, û gelek çalakiyên çandîsiyasî û leşkerî yên ji ciwanan re, ku berpirsên payebilind ên QSD û Rêveberiya Xweser di hin ji wan de beşdar dibin û piştgiriyê jî dikin. Hat ragihandin ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di van salên dawî de li dijî xwepêşander, rojnamevan û partiyên dijbereya siyasî kiryarên dijminane kirine.

Li ser rûpeleke arşîvkirî ya malpera xwe, grûp xwe weke beşek ji Encûmena Ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) binav dike. PYD bi awayekî berçav çalakiyên grûpa ciwanan li ser malpera xwe nîşan dide, û rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê ya sala 2024an derbarê Bazirganiya Mirovan  de, piştrast dike ku ew girêdayî wê (PYDê) ne.

Malpera Tevgera Ciwanên Şoreşger û herweha kanalên wê yên medyaya civakî, bi eşkereyî tevgerên xwe yên leşkerkirina ciwanan ji bo beşdarbûna di şerê çekdarî yê pêşerojê de nîşan didin, bi gelek gotaran di nîva sala 2024an de ragihand ku hejmarek ciwan tevlî "refên gerîla bûne", "tol hildane" ji şehîdan re, an jî "bersiva banga seferberiyê dan". Gotar gelek caran bi wêneyên ciwanan - ku hin zarok xuya dikin - bi cilûbergên leşkerî ve têne parvekirin.

Hêjayî gotinê ye ku komê di beşa "Şehîdên Tevgera Ciwanan" a malperê de, Ronahî Îbrahîm, keça ciwan a ji Ras el-Ein (Serêkaniyê), ku di sala 2019an de Tirkiye dagir kiriye, bibîr tîne. Li gor rûpela înternêtê ya taybet bi Îbrahîm, ku kopiyeke wê ya arşîvkirî li ser înternetê tune ye, lê kopiyeke wê di dosyeyê Human Rights Watch de heye, Îbrahîm di 14 saliya xwe de, di sala 2021ê de tevlî koma Ciwanên Şoreşger bû û di Çileya 2024 an de, di 17 saliya xwe de, hat kuştin. Raporeke medyaya xwecihî, ku cenazeya wê dişopand, diyar kir ku wê bi YPJê re şer dikir û dema li ser erka xwe bû di bûyereke nediyar de jiyana xwe jidest da.

Birayê keça 14 salî, ku li Şehbayê dijî, anî ziman ku Ciwanên Şoreşger gelek caran li dibistanan zarokan dikin armanc. "Ew çalakiyên xwe li dibistanan di bin navê bûyerên çandî de pêk tînin, lê ew bi rastî mejiyên zarokan dişon da ku tevlî wan bibin," wî got. "Xwişka min ne tenê ji dibistana xwe bû ku beşdarî komê bû, gelek hevalên wê yên polê jî beriya wê tevlî bûn."

Li gorî raporeke ji aliyê Navenda Dad û Berpirsiyariyê ya Sûriyê (SJAC) a Nîsana 2024an, ku 23 haletên leşkerkirina zarokan li bakurê rojhilatê Sûriyê di navbera salên 2020 û 2023an de belge kiriye, yek ji awayên leşkerkirinê yên herî navdar ên koma Ciwanên Şoreşger ew e ku zarokên dibistanê destnîşan bike bi rêya sazkirina çalakiyên çandî di navendên xwe de. Navendê got: "Ew gelek caran zarokan dixapînin, wan razî dikin ku tevlî kursên perwerdeyî yan pîşeyî bibin yan jî soza derfetên kar didin wan, lê armanca rastîn leşkerkirin e". Di raporeke Tîrmeha 2023an de ji aliyê rêxistina Suriyên bo Rastî û Dadperweriyê (STJ) eşkere bû ku ji 52 haletên leşkerkirina zarokan ku wan li herêmên QSD, tenê di sala 2023an de, belge kirine, Ciwanên Şoreşger berpirsên 43 haletan bûn.

Di Hezîrana 2023an de, karbidestekî ji Ciwanên Şoreşger ji Associated Press (AP) re li wê yekê mikur hat ku grûp zarokan leşker dike, lê leşkerkirina bi darê zorê red kir, û diyar kir ku zarok bi heza xwe ​​tevlî dibin û tenê ji bo leşkerkirinê tên şandin, têne heke ew bixwazin, piştî ku beşdarî perwerdehiyê bibin.

Berdevkekî ofîsa parastina zarokan a girêdayî QSDê jî ji AP re li wê yekê mikur hat ku leşkerkirina zarokan li deverên di bin kontrola QSDê de berdewam e, lê tekez kir ku mekanîzmaya gilîkirinê bibandor bû, û da zanîn ku QSD di destpêka sala 2023an de çar zarok vegerandin malbatên wan, û ku hinekên din jî hatin dîtin ku ji aliyê komên çekdar ên ne beşek ji QSDê ve hatine leşkerkirin. Li gorî yasaya navdewletî, QSD mecbûr e ku li dijî leşkerkirina zarokan ji hêla her grûpên çekdar ên di bin kontrola wê de tevbigere.

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.

Region / Country